Tacîza li dijî jinekê hat kirin di rojeva Fransayê de ye 2018-07-31 10:13:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku tacîz û şiddet li jinekê hat kirin û dîmenê vê yekê hat parvekirin şûnde cezayên nû yên derbarê tacîzê de hat rojevê. Tê payin ku ev cezana  ji parlamentoyê derbas bibe.    Piştî ku tacîz û şiddet li jinekê hat kirin û dîmenê vê yekê hat parvekirin şûnde cezayên nû yên derbarê tacîzê de hat rojevê. Jina bi navê Marie Laguerre dîmenên qameraya ewlehiyê li ser hesabê xwe yê facebookê parve kri. Tê payin ku ev cezayên nû yên derbarê tacîzê de  ji parlamentoyê derbas bibe.    Li gor vê yekê kesên ku tacîzê bikin ew ê bi 90 yan jî 850 euroyî bên cezakirin.    Marie ya tiştên jiya ji radyoya Fransizî re rave kir û got:"Ez nikaribûm bê deng bimama. Divê em devê xwe negirin û êdî bibêjin bes e."   Her wiha Wezîrê Wekheviya Zayenda Civakî Marlene Schiappa di demeça ku dabû rojnameya Le Parisien de diyar kir ku dê cezayên yekem di payizê de bê birîn û hêrsa xwe ya li dijî tacîzê parve kir û got zagona nû ji bo pêşîbirîna tacîzê ye.   Marlena di heman demê de got ku di Kupaya Cîhanê ya Fransayê de gelek jin bi tacîzê rû bi rû mane û bang kir ku jinên bi tacîzê rû bi rû mane serî li polîsan bidin.