Dê Ahed Tamimi azad bibe 2018-07-27 09:12:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Ahed Tamimi şîmaq li leşkerên Îsraîlê xistibû û bûbû sembola serîhildana Fîlîstînê. Ahed Tamimi û dayika wê dê piştî 8 mehan serbest bên berdan.    Ahed Tamimi ya 17 salî şîmaq li leşkerên Îsraîlê xistibû û bûbû sembola serîhildana Fîlîstînê. Hat ragihandin ku dê Ahed di yekşema pêşiya me de ji girtîgeha ku 8 mehan tê de ma rizgar bibe.   Cezayê Ahed û dayika wê di 19'ê Tebaxê de gerek bi dawî biba. Parêzerê Ahed da zanîn ku dê Ahed 20 rojan zû bê tahliyekirin.