Li Laosê bend hilweşiya: Gelek kesî jiyana xwe ji dest dan 2018-07-24 12:53:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojhilatê Başûrê Laosê bend hilweşiya û gelek kesî jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku gelek kes jî windayî ne.    Li Eyaleta Rojhilatê Başûrê Laosê yê Welatê Asyayê hat diyarkirin ji ber sedemek ne diyar benda hidroelektirikê hat hilweşandin. Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Laosê di encama hilweşandina bendê de gelek kesî jiyana xwe ji dest dane. Di nav kesên ku jiyana xwe ji dest dane jin û zarok jî hene. Her wiha gelek kes jî windayî ne.    Di encama hilweşandina bendê de 6 gund di bin avê de man. Hat diyarkirin ku ekîbên rizgarkirinê sewqî herêmê hatine kirin.    Piştî karaseta hat jiyîn Serok Thongloun Sisoulith civîna xwe ya kabîneyê betal kir û ji bo biçe herêmê derket ser rê.    Rayedarên Herêmî ji bo gelê li herêmê banga alîkariya xwarin û alavên tibî kirin.