Li Îranê tundiya li dijî jinê ji sedî 20 zêde bû 2018-07-23 15:46:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku li Îranê tundiya li dijî jinê ji sedî 20 zêde bûye.   Civaknas û lêkolînerên zanista civakî yên Îranê li ser zêdebûna tundiya li dijî jinê hişyarî dan. Lêkolîner û civaknasê îranî yê ku ji ajansa fermî Îrnayê re axivî, diyar kir ku îstatistîkên derbarê tundiya li ser jinê de nayên aşkerakirin di girtekan de nayên qeydkirin û anî ziman ku ew daneyên rastîn li tu derê nikarin peyda bikin.   Civaknas diyar  dikin ku sedema tundiya tê kirin pirgirêkên aborî û binesaziya qels ya perwere û piştevaniya kêm e.