Li Derya Spî keştiya penaberan binav bû 2018-07-18 16:51:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kibrisê nêzî peravê Erenkoyê keştiya penaberan binav bû, di encamê de cenazeyê 16 kesî ji avê hat derxistin.   Li Nîvgiava Karpaz ya Bakurê Kibrisê li peravê Yenî Erenkoyê keştiya ku  nêzî 150 penaberên di nav wan de jin û zarok jî hene binav bû.  Ji keştiyê bi alîkariya tîmên rigarkirinê yên Tirkiye û Kibrisê heta niha 105 kes hatin rizgarkirin û cenazeyê 16 kesan hat dîtin. Hat diyarkirin ku 16 kes jî winda ne û lêgerîna wan berdewam dike.    Herwiha hat aşkerakirin ku penaberên di keştiyê de welatiyên Sûriyeyê ne.