Li Îspanyayê ji bo ku qanûna êrîşa zayendî bê guhertin pêşniyar 2018-07-18 12:03:50   NAVEDA NÛÇEYAN - Li Îspanyayê Hikumata navendî ya çep, derbarê êrîşa zayendî de xwest ku çarçoveya sûcê tê kirin bê guhertin û xwest ku divê mecbûriyeta jinê ya rewşa pê re rûbirûmaye îspatkirina wê ji holê bê rakirin.   Li Îspanyayê serokê hikûmeta navendî ya çepgir Pedro Sanchez, ji bo ku nezelaliya di dozên êrîşa zayendî de ji holê bê rakirin pêşniyara qanûneke nû kir. Petro yê ku hemû kabîneya wî ji jinan pêk tê bi pêşniyara guhertina qanûnê ku kir xwest ku çarçoveya sûcê êrîşa zayendî bê guhertin.   Alîgira Serokwezîr û Wezîra Wekheviyê Carmen Calvo jî ku derbarê mijarê de daxuyanî da wiha got: "Na na ye. Bersîv jî tê wateya ku tu dbêjî na."   Çi bibû ?   Li îspanyayê niqaşên li ser sûcên êrîşên zayendî, piştî doza bûyara 2016'an ku di Mîhrîcana Gurêşa Boxeyan de ku 5 mêran jinek bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştibû hatibû destpêkriin. Di dozê de mêrên mijara gotinê  di dozê de ne ji ber "êrîşa zaeynîd"  ji ber "îstîsmara zayendî"  tenê 9 mehan bi cezayê girtîgehê hatibûn cezkirin.   Jinên ku bertek nîşanî biryarê dabûn xwestibûn ku bûyer wekî êrîşa zaeydnî bê binavkirin û biryar şermezar kiribûn.