Li pervên Lîbyayê kestiya penaberan binav bû: 100 kes mir 2018-06-29 14:46:59     NAVENDA NÛÇEYAN - Li peravên Lîbyayê keştiya penaberan binav bû. Di encama binavbûna keştiyê de 100 kesên ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn jiyana xwe ji dest dan.   Rayedarên elehiya Peravê yên Lîbyayê  diyar kirin ku wan li rojavayê payitext Trablusê 14 kes rizgar kirin û herî kêm 100 kes jî fetisîne.