Li cihên pevçûn lê hene ji 10 hezaran zêdetir zarokî jiyana xwe ji dest dan 2018-06-28 13:44:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Neteweyên Yekbûyî (NY) rapora "Zarok û pevçûnên bi çekan" aşkere kir û diyar kir ku ji 10 hezarî zêdetir zarokan jiyana xwe ji dest dane û ev hejmar wekî 2 hezaran jî zêde bûye.    Neteweyên Yekbûyî (NY) li navenda xwe ya New Yorkê rapora 2017'an a "Zarok û pevçûnên bi çekan" aşkere kir û diyar kir ku ji 10 hezarî zêdetir zarokan jiyana xwe ji dest dane û ev hejmar wekî 2 hezaran jî zêde bûye. Li gor raporê zarokên ku di nava qeydên wan de cihê xwe digirin li dijî wan sûcên wekî şîdeta zayendî, êrîşên li dibistan û nexweşxaneyan û bikaranîna zarokan a ji bo leşkeriyê hatiye kirin.    Li gor nûçeya DW'ê ji van sûcan 6 hezarê wê ji aliyê hêzên hukumetên Myanmar, Sûriyeyê û li Yemenê pêk hatiye û 15 hezarê wê jî ji aliyê komên çekdar ên din pêk hatine. Li gor daneyên raporê 2 hezar û 896 zarok bi zorê teşwîqî sûc hatine kirin. Her wiha li Myanmar, Irak, Komara Afrîkaya Navîn, Sûdana Başûr û li Kongoyê sûcên li dijî zarokan zêdetir bûne.    Her wiha hejara zarokên ku ji aliyê komên çekdar ve tên revandin jî zêde bûye.    Komkujiyên zarokan di salekê de 2 hezarî zêde bû.    Di pevçûnên 2016'an de 8 hezar zarok hatin qetilkirin. Ev hejmara di 2017'an de zêdetir bû.    Nûnerê taybet ê NY'ê anî ziman ku li Sûriyeyê bajar tê dorpêçkirin û sîvîl ji ber tî û birçîna mahkûmî mirinê tên kirin.