Li Arjantînê bi jinan re enstîtuya şarabê guherî 2018-06-20 09:49:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Arjantînê jinên endustriya şarabê guhertin,  hem di qada bazirganî hem jî di asta çêkirinê de bi têkoşîna didin, ji bo hêza dayîna biryarê bidest bixin têdikoşin.   Li Arjantînê di 20 salên dawî de hem girîngiya krîtîk û hem jî serkeftina bazirganî ya şarabê derket holê. Şarab demek dirêj li Arjantînê wek karê mêran hat dîtin. Jin di vê qadê de nehatin dîtin. Lê îro li welat jin di dibistanên rez de, di îmalatxaneyên şarabê de, mîvanxaneyan û di hikûmetan de cih digirin. Bi taybet jin di endustriya şarabê de di salên dawî de cihekî girîng digirin.   Bi terza berê ya şarabê re şer   Jina bi navê Sofîa Pescarmona CEO ya şarabxaneya navenda wê li Mendoza ye. Sofîa wiha dibêje: “Mixabin di endustriya şarabê de zêde CEO’yê jin tuneye. Wek endustriyên din zêde jin cih nagirin.    Sofîayê teknîkên şaraba modern vegot û ji bo vê bi ser bixîne jî ekîbekê ava dike û karên gelek serkeftî dike. Sofîayê wiha berdewam kir: “Jin kêmtir egoyê tînin ser maseyê. Zêdetir girîngiyê didin karê xwe. Şarabên bi xweş bi tîmên xwedî vîzyon tên çêkirin.”   Jinek din Susana Balbo jî  yek ji jinên ku ewil ên karê şarabê dîtinê ye û got wan deman di laboratuvaran de dixebitî û wisa dest bi kar kiriye. Susana niha xwediyê îmalatxaneya şarabê ya navdar Domînîo del Plata ye.   Lucîa Romero jî di El Porvenîr de midûra giştiye.  Lucîa diyar kir ku tevî ku xwediyê kargeriyê malbata wê ye ji bo pozîsyona xwe ya niha bidest bixe gelek têkoşîn daye û got di endustriya şarabê de pir kêm jin xwedî rol û model in.