Angelîna Jolîe li Mûsil û Duhokê serdana penaberan kir 2018-06-17 16:30:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Qasida Niyeta Baş a Komîseriya Penaberan a NY'ê û hunermend Angelîna Jolîe, li Mûsil û Duhokê çû serdana penaberên ku ji ber zilma DAÎŞ'ê cih û warên xwe terikandine.   Qasida Niyeta Baş a Komîseriya Bilind ya Neteweyên Yekbûyî (KBNY) ya Penaberan lîstikvan Angelîna Jolîe,  çû erdana penaberên ku ji ber zilma DAÎŞ'ê li Mûsil û Duhokê bi cih bûne. Angelîna ya ku li herêma kevn a Mûsilê ku şer lê berdewam dike li nav kavilan geriya, bi niştecihên herêmê re sohbet kir wiha got: "Ev hilweşîna herî mezin a ku ez ji dema bi KBNY'ê re dixebitim e."   Angelîna di berdewamiya axafitina xwe de diyar kir ku kesên li vêderê hemû tiştên xwe ji winda kirine, malên wan hatine hilweşandin, ji bo zarokên xwe derman peyda nakin û gelek ji wan jî nikarin ji bo vexwarinê avê jî peyda bikin.   Angelîna piştre çû li Kampa Domiz ya li Duhokê ku di nav sînorê Herêma Kurdistanê de ye lêkolîna xwe berdewam kir.