Parêzvana mafên mirovan û parêzer Nesrîn Sotudeh hat girtin 2018-06-14 10:53:57   NAVENDA NÛÇEYAN -Xewediya Xetaa Sakharov paarêzera Îranî û parêstvana mafên mirovan Nesrîn Studeh ji aliyê rejîmê ve hat girtin.   Parêstvana mafên mirovan û parêzer a Îranî ku di sala 2012'an de ji aliyê Parlamentoya Ewropa (EP) ve ji ber xebatên wê yên derbarê azadiya ramanê de bi xelata Sakharov hat  xelatkirin Nesrîn Sotudeh hat girtin. Li garî agahiyên ku hevjînê wê Reza Khandan li ser medyaya civakî parve kirin, hat aşkerakirin ku Nesrînê duh hatiye binçavkirin û pişte jî hatiye girtin û şandina girtîgeha Evînê ya li Tahranê.   Ji bo girtina nesrînê 5 sal cezyê girtîgehê ku lê hatibû birîn sedem hat nîşandan.  Lê hat ragihandin ku hayê Nesrînê ji cezyê ku lê hatiye birîn tune ye û tenê wê parêzvaniya jinên ku ji ber serê xwe negirtine hatine girtin kiriye û jinên muxalîf yên ku li dijî serokomarê demê  Mahmud Ahmedînecad di sala 2009'an de serî rakirine parastine.   Herwiha Rêxistina Efuyê ya Navnetewyî (AI) jî girtina Nesrînê bi zimanekî tund şermezar kir.