Li Îranê tundiya li ser jinê ji sedî 6 zêde bû 2018-06-12 14:58:37   AVENDA NÛÇEYAN - Ajansa Fermî ya nûçeyan a Îranê ÎRNA di nûçeyeke ku weşand de diyar kir ku tundiya li ser jinê li Îranê ji sedî 6 zêde bûye.   Ajansa fermî ya Îranê ya Nûçeyan ÎRNA diyar kir ku di nava salekê de tundiya li ser jinê ji sedî 6 zêde bûye.  Li gorî nûçeya ku di ajansê de hat weşandin  hat diyarkirin ku di sala 2016'an de hejmara kesên ku serî li nexweşxaneyê dane  77 hezar û 280 ye.  Ji van 74 heza û 180 jin bûn û , 3 hezar û 100'ên wan jî mêrin. Di sala 2017'an de ev hejmar 81 hezr û 729 e, ji vê jî 77 hezar û 59 jin  û 4 hezar û 670 mêr in. Di serlêdanên ku li li Tipa Edlî hatine kirin jî li gorî rapora ku hat aşkerakirin ku bûyerên ji wan re ahtine ragihandin bi piranî pêvçûnên di nava malê de ne.