Li Îranê 600 zarok tevî dayikên xwe li girtîgehê ne 2018-06-11 12:03:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin, li Îranê nêzî 600 zarok tevî dayikên xwe li girtîgehê ne.   Malpera Tabnakê ragihand, ev zarok ji dema girtina dayikên wan ve mîna mehkûman li girtîgehê ne.   Li gorî nûçeya malperê, zarokên yek ji her heft jinên zewicî yên li girtîgehê neçar in li girtîgehê bimînin.   Tê gotin, li girtîgehên li gelemperiya Îranê nêzî 600 zarok girtî ne û tehkûleyeke mezin li pêş van zarokan e.