Li Îranê zewaca bi darê zorê rê li ber întîhara jinan vedike! 2018-06-05 15:55:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê jin herî zêde ji ber zewaca bi darê zorê întîhar dikin.   Li eyaletên Kohgiluye û Buyer Ahmed yên Îranê ku întîhar lê zêde ne herî zêde jin ji ber zewaca bi darê zorê bedena xwe didin ber agir û Întîhar dikin.   Li gorî nûçeya di Sîteya Tabnakê de di civîna ku di meha gulanê de bi rayedarên hikûmeta Îranê re hatiye kirin de Rektorê xwendegeha Dişukê  Muhammed Newrozî-nîa wiha gotiye: "Sedema herî zêde ku li Dişmukê zarokên keç dest ji perwerdeyê berdidin, zewaca li gorî temenê olî ye û li ber çav negirtina rewşa pisîkolojîk û hestewar e."