Li Erebistana Siudiyê jinan dest bi girtina belgeya ajovaniyê kir 2018-06-05 12:35:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Erebistana Siudiyê jin wê ji 24'ê hezîranê pêde êdî karibin ajovaniyê bikin. Ji Jinên ku dixwazin ajovaniyê bikin re dayîna ehliyetan hat destpêkirin.   Li Erebistana Siudiyê ku herî zêde mafên jinan lê tê binpêkirin, bi reformên nû ku hatin pêkanîn re ji jinan re mafê ajovaniyê hatibû dayîn .Ev maf wê di 24'ê hezranê de bikeve meriyetê. Di çarçoveya vê xebatê de jinên ku dixwazin ajovaniyê bikin ji bo wan dayîna ehiliyetê hat destpêkirin.   Rayedarên Erebistana siudiyê di 26'ê îlonê de bi biryarnameyeke ku dan weşandin aşkera kiribûn ku wê jin jî êdî karibin mafên xwe yê ajovaniyê bi kar bînin.