Li Kongoyê ji ber Ebolayê 27 kes mirin 2018-05-22 17:14:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Komara Demokratîk a Kongoyê ji ber vîrûsya Ebolayê ya ku beriya bi heftiyekê derketî 27 kes mirin.   Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û rayedarên Kongoyê gotin ji ber veqeyeke li bajarê Mbandakayê kesek  jî miriye.  Bajarê Mbandakayê ku nifûsa wî 1.2 milyon e, 700 kîlometre dûrî paytext  Kînşasayê ye.   Ji ber nexweşiya Ebolayê ku ji 20’ê Gulanê ve li rojhilatê bakur ê welêt rû daye, heta niha 27 kes mirin.  Bi tevahî 51 weqayên ku nehatine piştrastkirin an jî biguman hatibûn tespîtkirin.