Li Nîjaryayê îşkence li 2 zarokan hat kirin 2018-05-18 09:21:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Nîjeryayê 2 zarok bi hinceta ku dereng hatine dibistinê bi îşkenceyê rû bi rû man.    Li Nîjeryayê derket holê ku 2 zarok bi îşkenceyê rû bi rû mane. Li eyaleta Ogunê ya li Rojhilatê Başûr ê welat bi dîtina polîsekî wêneyên îşkenceyê derket holê û têkildarî bûyerê 3 kes hatin binçavkirin. Li gor nûçeya ku di BBC Tirkî de wekî hinceta îşkenceya ku bi wêneyan hat belgekirin, derengmayina hatina dibistanê hat nîşandan. Berdevkê Polîsan têkildarî mijarê de axivî û got:"Ev îşkenceyek hovane ye. Dema ku min xwest ez zarokan vekim ên gumanbar êrîşî min kirin. Dema ku ji bo ez kelepçeyê bigirim ez çûm ber wesayetê bi qamçiyê li hevalên min xistin."   Berdevkê polîsan anî ziman ku têkildarî bûyerê de Gerînendeyê dibistanê, xwediyê wê û mamosteyek hatiye binçavkirin û got:"Tiştên hatin serê wan zarokana ne dîsîplîn e, ev tiştekî hovane ye. Ev tişt nayê qebûlkirin."