UNICEF: Di çar mehên ewil ên sala 2018'an de bi sedan zarok hatin qetilkirin 2018-05-15 13:25:12   NAVENDA NÛÇEYAN -  UNICEF aşkera kir ku li cîhanê bi giştî di şerê ku qewimîn de di nava kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi sedan zarok hene. Heman rêxisitnê, ji bo zarokên ku hatine îstîsmarkirin û bi qetilkirinê re rûbirû dimînin daxwaza parastina bê sînor kir.     Fona Neteweyên Yekbûyî ya Alîkariya bi zarokan re (UNICEF) bal kişnad ser rewşa zarokên li herêmên şer.  UNICEF'ê diyar kir ku li herêmên şer di çar mehên ewil ên sala 2018'an de bi sedan zarok hatine qetillirin û banga parastina zarokan kir.    Îstîsmara zayendî, birçîbûn û kuştin...   Li gorî nûçeya ku di DW'ê de hat weşandin Dîrektorê Îcrayê yê UNICEF'ê Henrîetta Fore ku li New Yorkê axîvî diyar kir ku bi giîştî li cîhanê  li herêmên şer û welatên şerê navxweyî li wan heye zarok bi îstîsmara zayendî re rûbirû dimînin, di şer de tên bikaranîn û birçîbûnê re rûbirû dimînin û tundiya li dijî zarokan ku Sudana Başûr, heta bi Sûriye, Yemenê û Afganîstanê tê kirin şermezar kir.    'Bila êrîş bên bidawîkirin'   Henrîetta xwest ku êrîşên li dijî dibistan, nexweşxane û li qadên sivîl tên kirin demildest bên sekinandin û got ku tenê li Yemenê di çar mehên dawîn ên sala 2018'an de ji 220 zarokan zêdetir zarok hatine qetilkirin û ji 330 zêdetirên wan jî hatine birîndarkirin.    'Divê ji zarokan re piştgirî bê dayîn'   Henrîetta ya ku banga parastina zarokan kir, xwest ku welatên alîkariyê didin divê ji bo zarokên pêdiviya wan bi alîkariyê heye jî alîkariyê bidin. Herwiha Henrîetta, diyar kir ku NY'ê di sala 2018'an de tên ji sedî 16'yê pereyê ku ji bo alîkariyê hatiye dayîn kom kiriye.