Li Hîndîstanê jinek piştî êrîşa îstismara zayendî bi îşkenceyê hat qetilkirin 2018-05-08 12:56:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Liga Skromane ya ku wekî tûrîst çû Hîndistanê piştî ku bi êrîşa îstismara zayendî re rû bi rû ma bi îşkenceyê hat qetilkirin.    Hatina nûçeyên êrîşa zayendî, îstismara zayendî û qetilkirina jinê yên ji Hîndistinê didome. Liga Skromane ya ku di meha Sibatê de ji Litvanyayê çû Herêma Kerala ya Hîndistanê di 14'ê Adarê de wenda bû. Di 20'ê Nîsanê de cenazeyekî aîdî jinekê li daristanê hatibû dîtin. Piştî otopsiyê hat zanîn ku cenaze aîdî Liga Skromaneyê ye. Hat tespîtkirin ku Liga Skromane berê bi îstismara zayendî rû bi rû maye û piştre hatiye qetilkirin.    Têkildarî bûyerê de kesek hat binçavkirin.