Li Yemenê 400 zarok ji ber birçîbûnê li ber mirinê ne 2018-05-04 12:53:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Yemenê krîza mirovatiyê ya herî mezin a salên dawî tê jiyîn. Li Yemenê 400 zarok ji ber birçîbûnê li ber mirinê ne   3 salên dawî bi pêşengtiya Suudî Erebistanê Yemen di bin êrîşên Koalisyonê de ye. Li Yemenê krîza mirovatiyê ya herî mezin a salên dawî tê jiyîn. Li Yemenê 400 zarok ji ber birçîbûnê li ber mirinê ne. Ji ber ku jêderkên bingehîn û erzaq tên texrîpkirin nêzî 3 milyon sîvîl pirsgirêka xwedîbûnê dijîn.    Li gor texmînan li Yemenê heta roja îro tevî zarokan 10 hezer sîvîlî jiyana xwe ji dest daye.    Li gor rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 2017'an de hat diyarkirin ku li Yemenê ava paqij kêm e, di warê erzaq de gelek kêmasî heye û bi vê yekê girêdayî jî talûkeya nexweşiyên wekî kolera, dîfterî jî zêde dibin.     Li Yemenê îro dora 2 milyon û 900 hezar jin û zarok têr nikarin xwarinê bixwin û 400 hezar zarok jî têkoşîna li jiyanê bimîne didin.    Her wiha Yemen hem ji hewayê, hem ji bejayî hem jî ji rêya behrê hatiye dorpêçkirin loma gihaştina alavên jiyanî tê astengkirin. Hejmara kesên ku mecbûr mane koç bikin ji du milyonan zêdetir in.