Bill Cosby û Roman Polanski ji Akademaiya Oscarê hatin ihraçkirin 2018-05-04 10:03:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Sûcdarê êrîşa zayendî Bill Cosby û derhêner Roman Polanskiyê ku zarokek îstismar kir ji aliyê Akademiya Oscarê ve hatin ihraçkirin.    Henekvanê ABD'yî Bill Cosby û Derhênerê ji Polonyayê Roman Polansli ji aliyê Akademiya Huner û Zanyariya Sînemayê ku xelatê Oscarê dabû wan, hatin ihraçkirin. Li gor daxuyaniya ku Akademiyê da, biryar piştî dengdayina endaman hatiye dayin.    Bill ji ber êrîşa zayendî ya sala borî hukim xwaribû. Hat hînbûn ku Roman jî di sala 1977'an de zarokek 13 salî îstismar kiriye. Akademiyê ji ber van sedeman ew ihraç kirin.    Çêker Harvey Weinstein jî ji ber ku gelek jin îstismar kiribû ji akademiyê hatibû avêtin. Loma jinan ji bo balê bikişînin ser êrîşên zayendî yên ku her zêde dibin dest bi kampanyaya #MeToo kiribûn.    Ji ber vê yekê 4 kes ji akademiya 91 salî hatin avêtin.