Li Îngilistanê ji ber şaştiya kompîturê 270 jinan jiyana xwe ji dest da 2018-05-03 15:50:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat aşkerakirin ku Îngilistanê ji ber şaştiya kompîturê ji ber ku ev 9 sal e ji  450 jinên ku temenê wan di nav 68 -71'ê de diguhere herî kêm 135 jinan ji ber penceşêra memikê jiyana xwe ji dest dane.   Hikûmeta Îngilistanê, bi daxuyaniyekê diyar kir ku dibe ji ber ku gelek jin ji bo bên ji ber penceşêra memikê muayenebibin nehatine muayenê jiyana xwe ji dest dabin. Wezîrê tendirustiyê Jeremy Hunt jî di axftina ku kir de diyar kir ku hejmara jinên jiyana xwe ji dest dane herî kêm 135 û herî zêde jî 270 ye.   Rayedaran aşkera kir ku ji sala 2009'an de 450 jinên ku temenê wan di nava 68-71 salî de diguher ku divê ji bo muayeneyê gazî wan bihata kirin ji ber şaştiyeke di kompîterê de gazî wan nehatiye kirin.