Li Aramcoyê cara yekê jinek bu endama lijineya rêveberiyê 2018-04-30 13:28:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şîrketa Armacoyê ku li Erebistana Siûdiyê şîrketa herî mezin a encerjiyê ye cara yekê jinek bu enda lijneya rêveberiyê.   Li Reformên ku li Erebistana Siûdiyê di warê mafên jinan de tên kirin yeke din zêde bû.  Wezîrê Enerjiyê û Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Aramcoyê  Halîd el- Falîh, diyar kir ku wan 5 endamên din li lijneya rêvberiya Aramcoyê zêde kirine û ji van yek jê jina bi navê Lynn Laverty Elsenhans e. Bi vê pêkanînê re cara yekê li Armacoyê jiek di lijneya rêveberiyê ya şîrketê de cih digire.   Hat aşkerakirin ku Lynn, berê jî li DYA'yê li şîrketa Rafîneriyê Sunoco (SUN.N) Seroka Lijneya Rêveberiyê û CEO bûye.