Li Cannestayê dê li dijî êrîşên zayendî xeta îhbar û alîkariyê bê avakirin 2018-04-28 09:38:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Di Mîhrîcana Fîlmê Cannes de ji bo piştevaniya bi jinên ku di sektora filîman de dixebitin dê li dijî êrîşên zayendî xeta îxbar û alîkariyê bê avakirin.    Ji ber di salên borî de çêkerê filîman ê ABD'yî Harvey Weinstein li dijî 4 lîstikvanan êrîşa zayendî pêk anîbû îsal di mîhrîcana filîman de dê li dijî tacîza zayendî xeta alîkariya lezgîn bê avakirin.    Marlane anî ziman ku ew ê li dijî êrîşên zayendî xeta alîkariyê ava bikin û got:"Ji bo em tacîza zayendî asteng bikin me bi Mîhrîcana Filmê Cannes piştevaniya hevpar ava kir."   Wezîrê Hevpariyê yê Fransayê anî ziman ku ne tenê ji bo lîstikvanan wan ji bo hemû xebatkarên di endisturiya filîman de tedbîra parastinê girtine. Mîhrîcana Fîlmê Cannesê dê di 8-19'ê Gulanê de bê çêkirin.