Li Libyayê cenazeyê 11 penaberan hat dîtin 2018-04-23 11:42:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Sabratayê yê Rojavayêbakurê Libyayê 11 cenazeyên penaberan hat dîtin.    Li bajarê Sabratayê yê Bakurêrojava yê Libyayê 11 cenazeyên penaberan hat dîtin. Li gor daxuyaniya ku ji aliyê rayedarên Libyayê hat kirin di encama operasyona li Sabratayê hat kirin 11 cenazeyên penaberan hat dîtin. Hat diyarkirin ku 83 kes jî hat xilaskirin. Di du salên herî dawî de bi sedan koçber dema ku hewl dan ku ji ser Libyayê derbasî Ewropayê bibin jiyana xwe ji dest dan.