Natalie Portman Genesis xelata Weqfa Genesis Prize red kir 2018-04-21 11:17:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Lîstikvan Natalie Portman xelata Weqfa Genesis Prize ji ber polîtîqayên Îsraîlê yên li dijî Fîlîstînê, red kir.    Lîstikvana ABD'yî Natalie Portman xelata Weqfa Genesis Prize ji ber polîtîqayên Îsraîlê yên li dijî Fîlîstînê, red kir. Ji ber ku lîstikvan Natalie xelat red kir merasîma xelatan a ku ev 5 sal in tê lidarxistin hat betalkirin.    Natlia sedema redkirina xelatê wiha rave kir:"Bûyerên ku herî dawî li Îsraîlê qewimîn ez gelekî aciz kir. Loma bi çûyina merasîma xelatê mirov nabe xwedî wicdanekî baş."