Parlamenterên Kubayê ji nêvî zêdetir jin in 2018-04-21 10:31:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku li Kubayê pêvajoya hilbijartinê bi dawî bû şûnde li gor encaman ji sedî 53.22 parlamenter jin in. Kuba li cîhanê 2'emîn welat e ku herî zêde parlamenterên wê jin in.    Pêvajoya hilbijartinê ya Kubayê di 19 Nîsanê de bi dawî bû. Meclîsa Navneteweyî Ya Îktidara Gel ku ji 605 parlamenteran pêk tê wekî Serokê Konseya Dewletê Miguel Diaz Canel hilbijart.    Li Kubayê ji sedî 53.22 parlamenter jin in. Kuba li cîhanê 2'emîn welat e ku herî zêde parlamenterên wê jin in.