Ji 10 jinî yek li cihê kar bi tacîza zayendî rû bi rû dimînin 2018-04-19 10:31:14   NAVENDA NÛÇEYAN-Li gor lêkolîna raya giştî ya ku bi hezar û 200 kesên ku li Siwêdê dixebitin, xebatkarên jin ji sedî 13 bi tacîza zayendî rû bi rû dimînin.    Konfederasyona Sendikaya Kedkaran a Swêdê (LO) lêkolînek li ser hezar û 200 kesên ku li karên cuda dixebitin çê kirin. Li gor rapora ku LO'yê di semînera xwe de diyar kir ji 10 jinên xebatkar yek jê bi tacîza zayendî rû bi rû dimînin.    Li gor rapora ku lêkolîn esas girt, xebatkarên jin ji sedî 13 bi tacîza zayendî rû bi rû dimînin. Yên ku tacîzê dikin bêtir muşteriyên ku li cihê kar naxebitin, nexweş an jî xizmên nexweşan in. Hejmara mêrên kedkar ên ku bi tacîza zayendî rû bi rû dimînin jî ji sedî 2 ye.    Kesên ku herî bêtir tacîz lê tê kirin xebatkarên şaredariyê û xebatkarên xizmeta civakî ne. Jinên endamên sendiya Komunal jê ji 4'an yek di jiyana xwe ya xebatê de bi taciza zayendî rû bi rû dimînin. Kesên ku herî zêde tacîz li wan tên kirin alîkarên kesan û kesên ku li nexweşan dinêrin e. Ciwan, kesên ku ji bo demekê dixebitin û kesên ku ewlehiya wan a kar tunebe bêtir îstismar li wan tê kirin.    Her wiha jinên endamên komînal ji 10'an yekî wan hevşabûna bi zorê li wan tê ferzkirin.