IWF'ê li dijî îstîsmara zarokan a bi riya înternetê hişyarî da 2018-04-18 10:33:54   NAVENDA NÛÇEYAN - IWF'ê derabarê sîteyên înternetê yên ku li dijî zarokan îstîsmara zayendî dikin hişyarî kir û got ku pêdivî bi strastejiyeke ku bersûcên îstîsmarê di nava xwe de dihewînin heye.   Mala Çavderiya Înternetê (IWF), derbarê îstîsmara zarokan a zayendî ya li ser înternetê û dîmenên ku di vî warî de hatine bidstxisin de raporek weşand. Di raporê de hat aşerakirin ku di sala 2016'an de 57 sîteyên ku dîmenên îstîsmara zarokan weşandine hatine tesbîtkirin û ev hejmar di sala buhurî de gihîştiye  78'an.   Di raporê de bal hat kişandin ser zêdebûna sîteyên bi dizî hatine vekirin û hat diayrkirin ku dema mirov dikeve rûpelê pêşî yê van sîteyan wekî sîteyên normal tên xuyakirin. Lê dema ku mirov dikeve naveroka wan mirv li dîmenên îstîsmara zarokan rast tê. Herwiha di raporê de hat aşkerakirin ku hejmara van sîteyan ji 572'yan derketiye 2 hezar û 909'an.   Herî dawî di raporê de hat diyarkirin ku ew bi tena xwe nikarin rê li ber weşandina van dîmen û sîteyan bigirin û hat xwestin ku pêdivî bi stratejiyeke ku bersûcên îstîsmarê di nava xwe de dihewîne heye.