Li El Salvadorayê rojnamegerek jin hat qetilkirin 2018-04-16 13:18:15   NAVENDA NÛÇEYAN-Li El Salvadorayê jina rojnameger a bi navê Karla Lisseth Turcios ji aliyê kes an kesên ku nasnameya wan ne diyar hat qetilkirin.    Li welatê Amerikaya Navîn El Salvadorayê nûçegîhana kovara El Economista ya girêdayî koma  La Prensa Grafica, Karla Lisseth Turcios ji aliyê kes an kesên ku nasnameya wan ne diyar hat qetilkirin. Li gor daxuyaniya nûneran Karla piştî çend saetên ku hat revandin şûnde cenazeyê wê li bakurê rojhilatê San Salvadorê hat dîtin.    Başpiskoposuya Katolika Romayê Jose Luis Escobar Alas derbarê mijarê de daxuyanî da û got:"Ev êrîşa li ser Karlayê li dijî civakê êrîşek xeternak e".