Hunermend Samina Sindhu tevî pitika xwe hat qetilkirin 2018-04-13 13:23:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Pakîstanê hunermenda gel Samina Sindhu ya ducanî dema ku stran digot hat qetilkirin.    Li Pakîstinê mêrê bi navê Tarq Jatoi, hunermenda gel Samina Sindhu li gundekî ku nêzî Larkanê ye, dema ku stran digot qetil kir.    Saminaya ku rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku Saminayê ducanî û pitika wê jî 6 mehî bû. Her wiha hat hînbûn ku pitika Saminayê ya 6 mehî jî jiyana xwe ji dest daye.    Hat ragihandin ku Tark Jatoi jî hatiye binçavkirin û piştre hatiye girtin.