Ji çapemeniya cîhanê banga piştgiriya ji bo çapemeniya Kurd 2018-04-12 14:16:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Lebata weşanê Journalsten a SJF'ê bal kişand ser êrîşên li ser çapemeniya Kurd û banga piştigiryê ya bi rojnamegeran kir.    Lebata weşanê Journalsten a Federasyona Rojnamegerên Swêdê  (SJF) welatên rojava yên ku li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser çapemeniya Kurd, bêdeng dimînin rexne kir. Banga piştgiriya bi çapemeniya Kurd re ji hikumeta Swêdê re hat kirin.   'Tirkiye wergeriya girtîgeha herî mezin a rojnamegeran'   Di meqaleya bi serenavê "Piştgiriyê bide  çapemeniya Kurd" wiha hat gotin:" Serokkomarê Tirkiyeyê yê despot û nîjadperest tehemmulî rexneyek biçûk nake. Niha jî ji sedî nod medya kir bin bandora xwe. Tirkiye wergeriya girtîgeha herî mezin a rojnamegeran."   'Divê êrîşên li ser çapemeniya Kurd têkeve rojevê'   Her wiha di maqaleyê de hat gotin ku girtina rojnameya Welat a ku bi Kurdî weşanê dike di cîhanê de bi serenavên mezin nehat dayin. Divê medyaya Swêdê êrîşên li ser çapemeniya Kurd têxe nava rojeva xwe."   Her wiha di maqaleyê de behsa serdegirtina li ser Çapxaneya Gunê û rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê û girtina rojnamegeran jî hat kirin.    'Erdogan bi fikar e ku çapemeniya azad wî têk bibe'   Di maqaleyê de hat gotin ku weşana li ser înternetê jî ji aliyê Erdogan ve ketiye bin kontrola RTUK'ê û hat gotin ku ev êrîşên li ser çapemeniya azad tê wateya ku Erdogan bi fikar e ku çapemeniya azad wî têk bibe.