Li kampên penaberan bi sedhezaran zarok bi îstismarê rû bi rû dimînin 2018-04-09 12:46:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Li kampên Bangladeşê ku ji nêvî zêdetir zarok lê dijîn, bi sedhezaran zarok di temenê biçûk de tên zewicandin û ji aliyekî din ve jî bi hezaran jin û zarok ji aliyê kesan ve tên revandin û bi îstismarê rû bi rû dimînin.    Rojnameya ku li El Mundo tê weşandin ragihand ku li kampên penaberan ên Bangladeşê yên ku Rohingyayî lê dimînin zarok tên îstismarkirin. Li gor wergera Hilal Unlu ya li Evrenselê hat ragihandin ku li kampê zarok di temenê biçûk de tên zewicandin.    Jiyanek di bin îstismar û şer de   Zaroka bi navê Fatema ku ji aliyê malbata xwe ve di temenê biçûk de hat zewicandin, anî ziman ku biryara zewacê ne ya wê ya malbata wê bû. Malbata Fatemayê jî diyar kir ku wan ji neçarî keça xwe zewicandine. Her wiha Fatemayê di bin siya şer, koçberî û îstismarê de mecbûr dimîne ku jiyana xwe berdewam bike.    Temenê zewacê di bin temenê 11'an de ye   Li gor agahiya Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî zewaca temenê biçûk a di nava Rohingyayiyan de di demeke dûdirej de ye ku pê tê. Rêxistinê anî ziman ku ev rewşa bi xerabûna şerd û mercan zêdetir bûye. Her wiha rêxistinê anî ziman ku li kampa penaberan zewaca di bin temenê 11 salî de zêde bûye û ev jî bi zexta malbatan a li ser zarokan pêk tê.    Zagona zewaca temenê biçûk qedexe dike û di 2014'an de ket meriyetê jî pêşî li zewaca bi temenê çûk negirt.   Alîkariya mirovatiyê ne bes e    Her wiha alîkariyên mirovahî têrî penaberên li kampê nake.