Mêr jinan dike kole zagon jî vê yekê diparêze 2018-04-07 11:14:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekar û endama hîndekariyê Fatime El Îsa da zanîn ku li Suudî Arabistanê jin bi binpêkirina mafan rû bi rû dimîne û got jin ji aliyê mêran ve tên kolekirin û zagon jî vê yekê diparêze.   Herî dawî li Suudî Arabîstanê ji bo jinan gelek reform hat kirin. Her çiqas reforfmên wekî sarbûna bisikletê, bikaranîna wesayetê û vesazkirina derbarê cilan de hat kirin jî dîsa jî jin tena serê xwe nikarin gerê bikin. Her wiha jin ji mafên wekî girtina welayeta zarok, devjiberdana hevserê xwe, avêtina îmzeyê ya lênûska zewacê bêpar in.    Li gor nûçeya Sputnikê Fatima El Îsa ya ku li Mekkeyê di beşa Zimanê Erebî de lîsansa mezin dike û endama hîndekariyê ye xwe wekî femînîst pênase dike û derbarê mafên jinan de nivîsan dinivîse. Fatimayê li welatê xwe mecbûre ku çarşefa reş li xwe bike. Fatimayê da zanîn ku ew li malbatek muhafazakar mezin bûye û li welatê wan çarşefa reş wekî cilekî pîroz tê dîtin.    'Biryarên derbarê jinê de mêr distînin'   Fatimayê derbarê binpêkirina mafên jinan wiha dibêje:"Malbat û mêr li gor fikir û ramanên xwe cilan li jinan dikin. Çend roj berê ji ber ku jinekê abaya li xwe nekir ew girtin. Gelek hevalên min dixwazin cilên modern li xwe bikin lê ditirsin ku behsa vê yekê bikin. Her jinek muhafazakerekê wê heye. Geh bav, geh law, geh hevserê wê ne ev muhafazakar. Vana derbarê jinê de biryaran digirin. Heta mêr nebêjin erê ew nikarin bixwînin, bixebitin û xanî bigirin. Vekirina hesabekî banqeyê an girtina malekê jî dibe pirsgirêk. Ev kabûsek rast e. Mêr jinan dike kole zagon jî vê yekê diparêze."   'Jin nayên parastin'   Fatimayê anî ziman ku tundiya di nav malbatê de di asta herî jor de ye û got:"Pirsgirêka herî mezin tundiya di nav malbatê de ye. Li ser Înternetê pirtûkên derbarê ji bo jin bi ya mêr bike dê çawa lêdanê bixwin tê weşandin. Jin bi tu awayî nayê parastin. Jinên ku derbarê tundiya di nav malbatê de gilî dikin di dereke wekî girtîgehê de tê girtin."   'Min kirin nava lîsteya reş'   Aktivîsta mafên mirovan Suad El Şammarî ya ku li Ciddeyê dijî ji ber ku li dijî çewisandina jinê derket bi hinceta "Heqaretê li Îslamê dike" bi cezayê girtîgehê rû bi rû ma. Ji demê de Suadê nikare vegere ser karê xwe. Ji ber ku cezayê girtîgehê lê hat birîn nikare di karekî de bixebite. Ew kirin nava lîsteya reş.