Li Hindistanê Îstasyona Trên a ku hemû xebatkarên wê jin in 2018-04-01 11:23:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Li hindistana ku jin di nava cîhana kar de kêm cih digirin, li gara trenê ya li Jaîpurê Gandîhînagar Îstasyona Trenê tenê ji aliyê jinan ve tê xebitinadin û jin bi vê xebata xwe hewl din ku jinan bikişîn nava cîhana kar.   Li hindistana ku jin di nava cîhana kar de kêm cih digirin, li gara trenê ya li Jaîpurê Gandîhînagar Îstasyona Trenê tenê ji aliyê jinan ve tê xebitinadin û jin bi vê xebata xwe hewl din ku jinan bikişîn nava cîhana kar. Li vê Îstasyona trenê ji firoşkarên bilîtan bigirin heta konduktorean hemû xebatkar jin in.  Jin dibêjin ku ew bi vê xebata xwe ji bo hemû jinên ku di vê îstasyonê re derbas dibin dibin çavkaniya hêzê .   Gandhînagar, îstasyona yekane ya ku li nava eyaletan dixebite ye.  Li hindisatanê li bendê ye ku hemû jin ji nava cîhana kar bar bikin û li malê rûnên . Hindistana ku di warê aborî de roj bi roj pêşve diçe di warê îstihdama jinan de li paş e.    Hindistanê di warê îstihdama jinan de di rêza 11'emîn de ye   Jinên li gara trenê biletan difiroşin, wekî konduktor dixebitin û hemû karên îstasyona trenê dikin. Jin dibêjin ku dema mêrên ji cihên bejahî rêwîtiyê dikin dema dibînin hemû xebatkarên îstasyonê jin in matmayî dimînin. Di sala 2013'an de Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî di warê tevlibûna nava xebatê ya jinan de lêkolîna ku kir diyar kiribû ku Hindistan di warê îstihdama jinan de di nava 131 welatî de di rêza 11'emîn de cih digire.   Çavkanî The Guardîan   Werger: Jin News