Îrlanda ji bo kurtaj bê qanûnîkirin diçe referandûmê 2018-03-29 14:26:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Îrlanda ji bo ku kurtaj bê qanûnîkirin di 25'ê gulanê de diçe referandûmê.   Dîroka referandûmê ya ku wê li Îrlandayê bê kirin diyar bû.  Wezîrê Tendirustiyê yê Îrlandayê Sîmon Harrîs, di parvekirina li ser Twîtterê kir de diyar kir ku wê referandû di 25'ê gulanê de bê kirin.   Li gorî nûçeya DW ya beşa tirkî, li Îrlandayê bi guhertina ku di 2014'an de hat kirin qanûnên derbarê kurtajê de hatibûn nermkirin û ji bo jinên ducanî ku xeteriya wan a jiyanê bû biryar hatibû girtin ku kurtaj bê kirin. Li gel vê biryarê, Îrlandaya ku di bin bandora katolîkan de ye,  di nava welatên Ewropayê derbarê kurtajê de welatê ku herî zêde xwedî qanûnên hişke. Li gorî qanûnên İrlandayê kesên ku qanûna kurtajê binpê bike ji bo wan heta 14 salan ceza dikare bê dayîn.