Mala Yusufzay piştî bi 5 salan li Pakistanê ye 2018-03-29 09:48:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Yusufzay piştî bi 5 salan vegeriya Pakistanê.   Xewdiya Xelata Aştiyê ya Nobelê Mala Yusufzay piştî bi 5 salan vegeriya welatê xwe. Li gorî nûeya ku di BBC de hat weşandin, Mala ji ber ku di sala 2012'an de  ji bo zarokên keç biçin dibistanê kampanya dabû destpêkirin bi kuştinê hatibû tehdîtkirin. Mala li ketina welatê xwe ji aliyê malbata xwe ve hat pêşwazîkirin.   Ji bo ziyareta ku 4 rojan bidome raydarên weqfa ku bi navê Mala hat damezrandin jî li gel wê hatin.   Mala hîn dema ku 11 salî bû  ji bo ku li beşa zimanê Urdu ya BBC bê weşandin dest bi nîsandina nivîsê kiriye.  di sala 2012'an de dema ku 15 salî bu di otobusa xwendekaran de bi êrîşa Talîbaniyan re rûbirû ma, bi çekê êrîşî wê hat kirin û ji serê xwe birîndar bû.      Mala pitî êrîşê bi rojan li nexweşxaneyê hat dermankirin, di sala 2014'an de dema ku 17 salî bû Xelata Aştiyê ya Nobelê girt û bû kesa herî temen ciwan ku xelata Nobelê ya Aştiyê bigire.    Herwiha mala di hevpeyvîneke ku pê re hat kirin de wiha dibêje: "Ez dixwazim ji welatê xwe re xizmetê bikim. Dixwazim ku welatê min bibe welatekî pêşketî û her zark karibe perwerê bibîne."