Bi sedhezaran kesên dijberî çekan daketin kolanan 2018-03-25 10:00:39   NAVENDA NÛÇEYAN- Li bajarê Parkland a girêdayê Eyaleta Florîda a DYA’yê, li lîseyekê komujî çêbibû û piştî vê xwendekaran çalakiyên dijberî çekan dabûn destpêkirin û çalakî niha bi tevlîbûna sedhezaran kesî berdewam dikin.   Li DYA’yê di 14’ê Sibatê de li bajarê Parkland a girêdayê Eyaleta Florîdayê li lîseyekê êrîşa çekedarÎ pêk hat û 17 xwendekar hatin qetilkirin. Li ser vê xwendekarên li dijî çekan çalakî dan destpêkirinç çalakiyên bi navê March For Our Lîves (Ji bo jiyana me meş’ niha li gel DYA’yê li gelek welatên cîhanê pêk tê.   Çalakiya li Washîngtonê pêk hat bi sedhezaran kes tevlî bûn. Di çalakiya li ber Kapîtol pêk hat, xwendekaran mafê gotinê girtin û gotin ‘êdî bes e’ û bang kirin ku divê girîngî ji bo jiyana mirovan bê dayîn.