Dayikên Plaza de Mayo Lêgerîn bibîranîn 2018-03-25 12:07:17   NAVENDA NÛÇEYAN- Dayikên Plaza de Mayo, enternasyonalîsta Latîn Amerîkayî şoreşger Dr. Alîna Sanchez (Lêgerîn Çiya) ya li Hesekê jiyana xwe ji dest da bibîr anî.   Dayikên Plaza de Mayo, enternasyonalîsta Latîn Amerîkayî şoreşger Dr. Alîna Sanchez (Lêgerîn Çiya) ya li Hesekê di 17’ê Adarê de di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da bibîr anî. Hevalên Alîna tevlî çalakiya li Qada Plaza Mayo ya her pêncşemê pêk tên bûn. Ji dayikên Plaza de Mayo, Nora Cortînas , Lêgerîn bibîr anî û got: “Lêgerîn û gelek jinên dinin çûn Rojava û nîşan dane ku tevgera jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê bi hêviye.  Wek jinên Efrînê jî gotiye ‘parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye’. Lêgerînê jî wisa kir. Em jî ne tenê Efrînê divê hemû gelê Kurd biparêzin.”   Nora bi lêv kir ku divê êdî mirov tenê neynin ziman, dengê xwe bilind bikin û got saziyên navneteweyî her tim berjewendiyên Kurdan li ber çavan negirtine. Nora diyar kir ku di vê mijarê de rolek mezin dikeve ser milê wan.   Piştre hevalên Alînayê şoreşgera Latîn Amerîkayî vegotin.