Jinên Îranî banga 8'ê Adarê kirin 2018-03-07 14:04:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê Rêxistina 8'ê Adara Jinan, bi minasebata 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bang li hemû jinan kir ku tevli çalakiya wan a li ber Wezareta Xebatê bibin.   Rêxistina 8'ê Adara Jinan a li Îranê, derbarê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de daxuyanî da.  Rêxistina 8'ê Adara Jinan ya ku bang li jinan kir ji bo sibe saet di 11. 00'an de li ber Wezareta Xebatê kir ev bang kir:    "8'ê Adarê nêz dibe; roja jinan a ku divê li her aliyê cîhanê jin li dijî bê edaletê û bê mafiyê li ber xwe bidin e.  Li gel serkeftinên jinan ên berê ji bo ku ev berxwedan wekheviyê bînê hîna gelek dem ji me re divê. Kirîza sermayedaran ku di salên dawîn de kur bûye dîsa li ser pişta jinan maye û jin ketine binê vî barî. Em dibînin ku jiyana jinan ji her demê bêhtir zahmet bûye. Kesên ku îktîdara û sermayedar in. Îktîdar û Sermayedara ji bo ku xwe ji vî barî xilas bikin bêhtir jinan di çewisînin û mafên wan binpê dikin. Lê xwişkên  me bi awayekî bi hêrs li radibin ser piyan vê helwesta sermayedaran û îktîdarê şermezar dikin.  Bi salan e jinên îranî bi newekhevî cudakariyê tên zinîcîrkirin. Bi qanûnên li dijî mafên jinan ên wekî mafê zewacê, hevberdan, mîras û hrw. ku tên derxistin jin wekî hemweatiyên cîna duyem tên pênasekirin. Ji bo jinên ku tên tacîzkrin tu qanûneke ku wan biparêze tune ye. Mafên wan bi pêkanînên wekî ferzkirina serîgirêdanê, kontrola zayînê ku li wan tê qedexekirin tê binpêkirin.   'Betalhiştina jinan ji ya mêran zêdetir e'   Herwiha, rêjeya betalhiştina jinan ji ya mêran zêdetir e û du qatê ya mêran e. Ji bo jinên ku perwerde dîtine rêjeya betaliyê hîn zêdetir e. Gelk caran zewac, temenê mezin û rewşa wan a di warê dîtbarî  de li ber xebata wan dibe asteng. Lê jinên ku van hemû zahmetiyan derbas dikin û dibin xwedî kar jî tu ewlehya wan ya kar tune ye. Dîroka jinên Îranê dide nîşan ku jinan tu carî neheqî û bê edaletî qebûl nekirine û her li dijî derketin. Her wiha jinên îranî li hemberî binpêkirina mafên xwe xwe birêxistin jî kirine.   Sibe Saet di 11.00'an de li ber wezareta xebatê bin   Rêya rizgariya jinê dirêj e.  Ji ber vê em wekî çalakvanên mafên jinên Îranê  careke din li dijî neheqî û binpêkirina mafên jinan tên gel hev. Em bang li hemû jin û mêrên ku doza wekheviya zayendî dikin, yên mamoste, hemşîre, kedkar dikin ku di 8'ê Adara 2018'an de ji saet 11'an heta 12'an li ber Wezareta Xebatê ya Îranê bên gel hev û doza mafên xwe bikin."