Li Erebistana Siûdiyê jinan dest bi kursa dîreksiyonê kir 2018-03-07 11:47:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Erebistana Siûdiyê jinên ku mafên ajovaniyê bi dest xistin dest bi kursa hînbûna dîreksiyonê kirin.   Li Erebistana Siûdiyê jinên ku ji meha hezîrana 2017'an de mafên ajovaniyê bi dest xistin dest bi kursa hînbûna dîreksiyonê kirin. Ji bo jinan dersa trafîk û zanîna motorê jî roja berê li Zanîngeha Effatf ya Cidde hat dayîn.   Li aliyekî din jî ji stranbêja Misrî Tamer hosnî ya ku  jê re li Erebîstana Siûdiyê  destûra dayîna kon serê hat dayîn û di warê dansê de jî tenê mafê hejandinê hat dayîn û yê ahengê nehat dayîn jî bi rojan ne li ser medya civakî bû mijara niqaşan. Herwiha dayîna konserê ya li Tamer a ku wê di 30'ê Adarê de li Cide jî bide ji bo heskiriyên hunermend bû nişkegavî. Li ser biletan nivîsandina qedexekirina dansê jî parvekirinên li ser medyaya civakî zêde kirin.    Li gorî nûçeya ku di AFP'ê de cih girt, Erebistana Siûdiyê di demên dawîn de ji gelek konseran re malovanî kiriye.  Hunermenda Lubnanî Hîba Tawajî û bestekarê Yewnanî Yennî di mehên borî de li Erebîstana Siûdiyê konser dabûn. Prensê Velîaht yê ku li gel herêskirina otorîteya olî ji bo jinan mafê ajovaniyê ji jinan re da hedef dike ku desteka ciwanan bigire.