Ji her 6 zarokan 1 li herêmên pevçûnê dijîn! 2018-02-16 11:20:51       NAVENDA NÛÇEYAN - Save The Children ragihand ku ji her 6 zarokan 1 ya li herêmên şer an jî li herêmên pevçûnê dijîn.   Sazgeha Alîkariyê ye Navneteweyî Save The Children (Zarokan Rizgar Bikin), li gor encama lêkolîna ku kiriye, ragihand ku li tevahî cîhanê 357 milyon zarok li welatên ku şer û pevçûn lê diqewimin dijîn. Her wiha hat ragihandin ku ev hejmara di 1990'an de ji sedî 75 zêde bûye.    Li gor encamên lêkolînê hat diyarkirin ku zarok herî zêde li herêmên wekî Rojhilata Navîn û Efrîqayê di bin talûkeyê de ne. Li gor encama lêkolînê welatên ku ji bo zarokan herî talûke Sûriye, Afganistan û Somalî ye.    Her wiha li gor encama lêkolînê li welatên ku şer an jî pevçûn heye zarok li nexweşxane û dibistanan jî hedef tên girtin.