Li Erebistana Siûdiyê wê jin jî êdî karibin bibin serdozger 2018-02-13 14:28:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Erebistana Siûdiyê ji bo kadroyên vala ên serdozgeriyê ku bên dagirtin hat ragihandin ku wê jinên zanîngeh qedandine jî karibin serlêdanê bikin.   Li Eerbistana Siûdiyê ku di warê mafên jinan de welatê herî paşdemayî ye, di nava salekê de li ser daxwaza jinan li gavên pêşveçûnê yên atin avêtin gaveke nûh zêde bû.  Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Navneteweyî  ya Raghandinê ya  Wezareta Çand û Enformasyonê hat dayîn ve, hat aşkerakirin ku ji bo kadroyên vala yên serdogeriyê bên tijîkirin jinên ku zanîngeh qedandine jî dikarin serlêdanê bikin.    Di daxuyaniyê de hat aşkerakirin ku cara yekê ye di dîroka vî welatî de serdozgeriyê deriyên xwe ji jinan re vekirine.  Her wiha hat aşkerakirin ku ji bo vê serlêdanê divê ku jin welatiyên Erebistana Siûdiyê bin û beşa zanîngehê a "Hiqûqa Îslamî" qedandibin.