Li Mozambîkê çem ziwa dibin: Em ji bo avê şer dikin 2018-02-04 09:01:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakurê Mozambîkê jin û zarok ji bo xwe bigihînin ava paqij bi kîlometreyan rê dimeşin. Mozambîkiyan diyar kirin ku ava ku dikşînin jî ne paqije û got: “Ev ji bo me pirsgirêkek mezine.  Sedema şerkirina mirovan ev e.”   Li eyaleta Nîassa ya Bakurê Mozambîkê, ji sedî 21’ê civakê xwedî mafên şert û mercên tenduristiyê ye û ji sedî 42 jî  dikarin ava paqij peyda bikin.  Beşa ku dimîne jî ji ber tinebûna avê ya koç dikin an jî bi kîlometreyan rê diçin û avê tînin.  Bi taybet jî jin û zarok vî karî dikin.   ‘Mirov şer dikin’   Madalena Wîssîquîsse ya 52 salî diyar kir ku ji bo avê diçin çem û got carna  li ser çem şer dikin û vala vedigerin. Madalena bi lêv kir ku ji ber pirsgirêka avê êşê dikişînin û got: “Em pirsgirêka mezin a avê dijîn. Em jî dibe sedema aloziyan.”   Eudîcîa û hevala wê Josefîna hîna 12 saliye.  Her du zarok neçarin avê bînin û hefteyê 4 rojan diçin dibistanê. Eudîcîa diyar kir ku qet ji vî karî hez nake û av gelek dure û ji ber vê qet ne kêfxweşe.    ‘Ji ber naçim dibistanê bêzarim’   Josefîna bi lêv kir ku xeyala wê ya herî mezin bibe mamoste û wiha dirêjî da axaftin axwe: “Ez rojê sê caran diçim çem. Ji ber naçim dibistanê bêzarim. 4 xwişk û 3 birayên min hene. Eudîcîa hevala min ya herî başe. Em bi hev re diçin ser çem.”   Çavkanî: The Guardian   Werger: JINNEWS