Ji Hunermendên Elmanyayê ji bo Efrînê nameya vekirî 2018-02-03 15:26:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Elmanyayê navdarên ku bi beşên huner, şano û dîroka hunerê mijul dibin ji bo Efrînê nameyek vekirî parve kir û gotin divê angela Merkel li dijî êrîşên li ser Efrînê sekneke zelal nîşan bide.   Gelek kesên navdar ên ji cîhana hunere Elmanyayê ku di nava wan de derhêner, lîstikvan, muzîsyen û jinên akademisyen hene, ji bo Angele Merkel li dijî êrîşên li ser Efrînê tev bigere, nameyek vekirî şandin. Di nameyê de hat gotin ku Tirkiye ji 20'ê Çileyê heta vir ve êrîşî Efrînê dike û divî şerî de tankên Leopard-2 tê bi kar anîn. Her wiha di nameyê de hat diyarkirin ku gelek çeteyên cîhatê diparêzin û radîkal in cihê xwe di  nava van êrîşana digirin.     Di nameyê de hat gotin ku divê li dijî van êrîşana bêdeng neyê sekinandin.   Di nameyê de hat gotin ku li Efrîna Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê jiyan û civakak ku di çarçoveya wekheviyê de tê avakirin heye. Her wiha hat gotin ku li Kontonan parastina pirçandiyê, piroliyê û wekheviya jinê heye û wiha berdewam kir:"Divê sîstemek wiha demokratîk ji aliyê cekên Elmanyayê û Tirkiyeya endamê NATO'yê ve neyê hilweşandin û li dijî van êrîşana bêdeng neyê sekinandin.   'Penaber dîsa bi tundiyê rû bi rû dimînin'   Di nameyê gotina Elmanyayê ya "Têkoşîna li dijî pirsgirêkên ku dibe sedema penaberiyê" hat bi bîr xistin û hat gotin ku divê cihê wekî Efrînê bê parastin. Bi vê bêdengiyê dîsa penaber bi tundiyê rû bi rû dimînin.   Nameya ku ji bo Angela Merkel hatibû nivîsandin dîsa gotina "Ji bo bi nirxên Ewropayê bawerî were " hat bi bîr anîn û hat gotin ku ji bo bawerî bi van nirxana were divê tevgerek pêk were.