Li Îngilistanê klor dan zarokên otîstîk 2018-01-31 12:42:28   NAVEND NÛÇEYAN - Derket holê ku li Îngilistanê hinek malbatan klor dane zarokên xwe.    Derket holê ku li Îngilistanê ji bo (çareseriyê) hinek malbatan klor dane zarokên xwe yên otîstîk. Li gor nûçeya Sol Haberê di çarçoveya lêpirsînê de hat diyarkirin ku jiyana zarokan ketiye talûkê.    Hat gotin ku ev fikra cara yekem ji aliyê Klîseyek Los Angelesê derketiye holê.   Li gor agahiya BBC'yê hinek kilîse ji bo bikaranîna MMS'ê belav bikin derbasî Îngilistanê bûne.    Pisporan jî diyar kirin ku bikaranîna MMS'ê dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî û her wiha dibe sedema lihevketina madê mirov, verşandin, emel û ketina tansiyon.    Hat ragihandin ku kesekî ji ber bikaranîna MMS'ê jiyana xwe ji dest daye û yên din jî bi pirsgirên tendirustiyê yên cidî rû bi rû  mane.    Hat gotin ku dê parlamentoya Îngilistanê ji bo bikaranîna MMS'ê bibirin dê danekirinên nû amade bikin.