Ji Ewropaya Serdema Navîn heta Hîndîstana îro: Neçîra pîrebokan 2018-01-22 09:09:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Neçîra pîrebokan ku ji Ewropaya Serdema Navîn dest pê kir û hîna li Hîndîstanê berdewam dike, di 6 salên dawî de  2 hezar û 500 jin qetil kir. Civaknasên şîdetê lêkolîn dikin jî diyar dikin ku li mirinên pitikan, mirinên ji ber nexweşiyên şewb, tîfo û kolerayê bên lêkolînkirin, jin bi ‘pîrebokiyê’ tên sûcdarkirin û qetilkirin.   Li Ewropaya Serdema Navîn  di 1180’yê de  jina ewil bi pîrebokiyê hat sûcdarkirin, hat şewitandin. Bi talîmata Engîzîsyonê, li bajarê Toulouse  piştî ku kuştin pêk hat şûnde, dêrê di bin navê ‘pîebokiyê’ de bi îdiya ku ‘bi şeytan re hevkarî kiriey’ bi dehan jin qetil kirin. Ji bo darizandina jinên ne hewcebû di destê dadgehê de delîlek hebe.  Jinan di encama îşkenceyê de neçar diman bêjin ‘pîrebokin’. Bi vî awayî bi dehezaran jin hatin qetilkirin.    Li Hîndîstanê jî tevî ku di ser re bi hezaran sal derbas bûn jî jin hîna bi ‘pîrebokiyê’ tên sûcdarkirin û qetilkirin.  Li gorî Buroya Qeyda Sûc a Navneteweyî ya Hîndîstanê ji 2000’î heta 2016’an de di bin navê ‘neçîra pîrebokan’ de  2 hezar û 500 jin rastî îşkencê hatine û hatine qetilkirin.  Di neçîra pîrebokan de ewil jin hedef tê girtin û di esasa berjewendiyên pergala kast û çanda baviksalariyê ya Hîndîstanê de tên qetilkirin.   Di 2014’an de li Gujarat sê jin bi îdiaya pîrebokin ji aliyê mêran ve hatin îşkencekirin.  Dihat gotin ku jinan du mêr kuştine û rihê wan xwarine.Jin ji bo neçîra pîrebokan bê qedexekirin û li qereola polîs a herêmî der barê  mijarê de mase bê avakirin têdikoşin. Civaknasên şîdetê lêkolîn dikin jî diyar dikin ku li mirinên bebekan, mirinên ji ber nexweşiyên şewb, tîfo û kolerayê bên lêkolînkirin, jin bi ‘pîrebokiyê’ tên sûcdarkirin û qetilkirin.   Çavkanî: Scientific American   Werger:Jin News