Li Pakistanê gel li dijî îstîsmara zayendî daket kolanan 2018-01-10 14:03:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Kasur ê Pakistanê cenzaeyê Zînab a ku bi êrîşa zayendî re rûbirû hat hiştin û piştre jî hat qetilkirin hat dîtin.  Gelê bajêr ji bo ku êrîşkar bên girtin daket qadan.   Li herêma  Kashmîr  Chowk a bajarê Kasur ê Pakistanê  cenazeyê Zaînab a 7 salî ku di 5'ê çileyê de winda bibû hat dîtin. Di otopsiya ku li ser cenaze hat kirin de derket holê ku zarok piştî bi îstîsmara zayendî re rûbirû hatiye hiştin hatiye qetilkirin. Piştî ku bûyer hat aşkerakirin şûnde  li bajarê Kasur bi sedan kes li  dijî bûyerê daketin qadan û çalakiyê şermezarkirinê li dar xistin.    Çalakgeran diyar kir ku sala buhurî jî herî kêm 7 zarok hatine revandin û piştî ku bi îstîsmara zayendî re rûbirû hatine hiştin hatine qetilkirin. Herwiha çalakgeran anî ziman ku ji van êrîşkaran yek jî nehatiye girtin û nehatiye darizandin.   Welatiyên ku 8 saetan çalakî li dar xistin li ser soza polîsan a ku ew ê êrîşkar bên girtin çalakiya xwe bi dawî kirin.