'Ev çalakiyên ji bo demokrasiyê ne' 2018-01-01 16:27:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê di çalakiyên li dijî rejîmê de ku berdewam dikin 12 kesî jiyana xwe ji dest da û çalakgeran banga greva giştî kir. KJAR'ê jî derbarê çalakiyan de daxuyaniyek da û wiha got: "Çalakiyên ku di pêşengiya jinê de hatin destpêkirin û hemû kesên ji ji pêkanînê rejîmê yên dijmirovî ne razîbûn tevli bûn berxwedana gel a demokrasiyê ne."   Li Îranê çalakiyên ku li dijî polîtîkayên rejîmê hatin destpêkirin berdewam dikin.  Gelê ku li dijî zextên hêzên rejîmê paşve gav neavje bi dirûşmên "Bi la dîktatorî têk biçe em azadiyê dixwazin" daxwazên xwe tînin ziman. Televîzyona dewletê ya Îranê diyar kir ku piştî çalakiyên ji roja bêncşemê de hatin destpêkirin de 10 kesî jiyana xwe ji dest da  ajansa ILNA'yê jî diyar kir ku li rojavayê welêt li Îzehê jî 2 kesên din jiyana xwe ji dest dane. Herwiha berê li gorî ku daxuyaniya ku ji aliyê rayedaran ve hatibû dayîn hatibû aşkerakirin ku 4 kesî jiyana xwe ji dest daye.   'Divê her kes cihê xwe di van çalakiyan de bigire'    Tevgera Jinê ya Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), bal şikand ser çalakî û serhildanên gel ên li Rojhilat û Îranê û xwest hemû kesên alîgirên azadî û demokrasiyê di nava çalakiyên serhildanê de bigirin. KJAR'ê destnîşn kir ku ev ji bo jinan fersendek gelek mezin e.