Li Sûdanê jinên ku pantor li xwe kirine dê bên 'cezakirin' 2017-12-11 12:20:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sûdanê 24 jinan ji ber ku pantor li xwe kirine bi hinceta "helwesta li dijî ehlaq" tên sûcdarkirin. Di be ku cezayên kirbaç an jî perayan bidin jinên ku pantor li xwe kirine.    Li nêzî Hartumunê ya paytexta Sûdanê ji ber ku 24 jinan li şahiyek ku li qadek girtî hatiye çêkirin pantor li xwe kirine bi "helwesta li dijî ehlaq" hatin sûcdarkirin. Tê zanîn ku li Sûdanê her sal jin bi behaneya "helwesta li dijî ehlaq" tên binçavkirin, tên kirbaçkirin yan jî bi pêknanînên keyfî rû bi rû dimînin.    Li Sûdanê wekî gelêrî jin etegên dirêj û fireh li xwe dikin.    Tê diyarkirin ku dema ku jin pantoran li xwe dikin cezayên 40 kirbaç û pereyan li ser wan tên ferzkirin.